[ubuntu-ku] malpera pckurd li gel min venabe
Rêzan TOVJÎN
rezantovjin at amidakurd.eu
Fri May 8 12:14:30 BST 2009
Dema ji sever'ekê gelek malper li ser komputera we venebû, îhtimala yekemîn ew e ku server IP'a we qedexe kiriye.
Sedema vê jî dibe ew be ku ji komputera te êrîşeke virus çêbûbe. Bi taybetî kesên ku dikevin beşa rêveberiyê û FTP pirsgirêkên bi vî rengî gelekî dibînin.
çareya vê yekê ew e ku hûn Modem a xwe carekê bigirin û ji nû ve vekin.
Kesên ku IP a wan sabit be êdî dê çi bikin ez nizanim.
Wisa çareser nebe ji min re binivîsin.
Silav û rêz
Rêzan Tovjîn
Amed
Date: Thu, 7 May 2009 14:59:23 +0300
From: amedcj at gmail.com
To: ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
Subject: Re: [ubuntu-ku] malpera pckurd li gel min venabe
ev pirsgirêk li her derî tune. dibêjim belkî hema tenê di komputera min û ya te de hebe :)
min ji hin hevalan pirs kir, -li bajarên din dijîn- ev malper bê pirsgirêk li cem wan vedibin.
:D nizanim ka em ê çi bikin.
2009/5/7 Si_murg56 <simurg56 at gmail.com>
Ev jî heye; ez nikarim bi filezillayê têkevim ftp'ya malpera xwe. Ger bi malperên proxyê venebûya min ê bigota ji ber kasserverê ye lê bi proxyê vedibe. Heye ku telekomê kasserverê qedexe kiribe. Yanî malperên ku li ser kasserverê ne. Ez bawer im amidakurd jî li ser kasserverê ye û ew jî venabe li gel min. Malper di cihê xwe de ne û saxlem in lê ji tirkiyeyê venabe. An di kasserverê de problem heye an jî telekomê gihiştina kasserverê ya ji tirkiyê, asteng kiriye. Herçiqas malpera kasserverê vebe jî...
2009/5/7 Amed Çeko Jiyan <amedcj at gmail.com>
li ser vê xeta înternetê -adsl- gelek komputer hene -win û linux- pckurd, ubuntu-ku û wergerine di yek ji wan de jî venabin.
Ez jî difikirim belkî bi awayekî ji kasserverê be, lê kasserver.com li cem min vedibe.
belê heke telekom qedexe bike, tê malper wekî youtube û yên din ên qedexekirî vebe. lê ne wisa ye, bi tu awayî venabe.
dem amin got dibe ku pirsgirêk ji telekomê be, mebesta min ew bû dibe ku bi kêfî ev malper li IP'a min hatine girtin.
lê piştî ku li cem te jî ev pirsgirêk derket, nizanim çi bêjim.
2009/5/7 Si_murg56 <simurg56 at gmail.com>
malpera pckurd û wergerine herdu jî li ser kasserver'ê ne. Heye ku pirsgirêk girêdayî pêşkêşkerê be. Ger telekomê asteng bikira wê bigota ev malper qedexe ne. Lê tu tişt dernakeve. Weke din, min li ser komputera hevalê xwe bi windowsê jî ceriband lê dîsa venekir (bi internet explorerê jî). û min bi live USBya ubuntuyê jî ceriband (ji bo ceribandina DNSyên resen) lê dîsa çênebû. Min tiştek jê fam nekir bi rastî.
2009/5/7 Amed Çeko Jiyan <amedcj at gmail.com>
Ji çend hefteyekê ve ye ev pirsgirêk li cem min jî peyda bûye. Çi seyre ku ez dikarim ji komputerên din bikevime malperê -li ser maila te bi telefonê ketin malperê, bê pirsgirêk-
Berê ez jî fikirîbûm ku j,pirsgirêk ji dnsa pergala min be, lê min opendns bi kar anî, dikarim bikevin hemû malperan -youtube, anf û yên din- lê nikarim bikevim malpera pckurd, ubuntu-ku.org û wergerine.com
piştî ku min ev pirsgirêk ji gelek hevalan pirs kir, ez -em- gihîştin wê encamê ku têketina van malperan ji hêla telekomê ve hatiye astenkirin. -nexwe çima piştî guherandina dnsê dikeve hemû malperên din û nakeve van malperan?-
lê piştî maila te, mejiyê min tevlihev bû, gelo dibe ku sedema pirsgirêkê servera ku ev malper li ser in be?
2009/5/7 Si_murg56 <simurg56 at gmail.com>
Silav,
Duh nîvro tu pirsgirêk tunebû lê bi şev min nihêrt ku malpera pckurd.net venabe. Herwiha malpera min jî (wergerine.com) venabe. Tişta seyr ew e ku ez bi malperên proxyê dikarim bikevim van malperan. Lê belê jixwe ez li ser ubuntuyê openDns bi kar tînim, yan, dikarim bikevim malperên qedexe. Gelo li cem we jî wisa ye? Min taybetî hevalên ku li tirkiyê dimînin.
--
Ubuntu-kur mailing list
Ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur
--
Ubuntu-kur mailing list
Ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur
--
Ubuntu-kur mailing list
Ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur
--
Ubuntu-kur mailing list
Ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur
--
Ubuntu-kur mailing list
Ubuntu-kur at lists.ubuntu.com
https://lists.ubuntu.com/mailman/listinfo/ubuntu-kur
_________________________________________________________________
Sürükle ve Bırak: Windows Live™ Photos ile fotoğraflarınızı kolayca paylaşımı.
http://www.microsoft.com/turkiye/windows/windowslive/photos.aspx
-------------- next part --------------
An HTML attachment was scrubbed...
URL: https://lists.ubuntu.com/archives/ubuntu-kur/attachments/20090508/30d2ef86/attachment.htm
More information about the Ubuntu-kur
mailing list